PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Medvedev diyar kir, Rûsyayê hilberîna xwe ya çekên bi hêz û wêranker zêde kiriye û got, welatê wî ji bo parastina xwe ji dijminên xwe yên li Ewropa, Amerîka û Awûstralyayê lez daye hilberîna çekên nifşê nû.
Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Medvedev di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Telegramê da hat weşandin de destnîşan kir, wan hilberîna amûrên tunekirinê yên herî bi hêz zêde kirine.
Medvedev hûrgiliyên çekan negot û da zanîn, ev yek ji bo xwe ji dijminan biparêze hatiye kirin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya niha jî gelek caran gotibû, welatê wî çekên nû çêdike, di nav wan de çekên hîpersonîk jî hene. Dmitry Medvedev berê li Rûsyayê seroktî û serokwezîrtiya dewletê kiriye
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin