Welatên G7ê: Pistgiriya me dê berdewam be

Welatên G7ê: Pistgiriya me dê berdewam be

PeyamaKurd- Welatên G7ê ku ji rayedarên Amerîka, Kanada, Almanya, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Japonyayê pêk tên, bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku ew ê piştgiriya wan a ji bo Ukraynayê, berdewam be.

Di civîna G7ê ya onlıne ku bi serokatiya dewreyî ya Almanyayê hat kirin de daxuyaniya hevpar hat dayîn û hat diyarkirin ku ji ber rewşa Ukraynayê ya ji ber şerê Rusyayê, dê piştgiriya welatên G7ê ji bo Ukraynayê berdewam be.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku,

"Em piştgiriya xwe ya bênavber ji Ukraynayê re dubare dikin û hevgiriya xwe bi Ukraynayê re li hember şerê berdewam ê Rusyayê diyar dikin. Divê sûcên şer û hovîtiyên din jî bê siza nemînin. Em ê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û berpirsên din, li gorî hiqûqa navneteweyî, berpirsiyar bibînin. Em card din teyîd dikin ku gotinên bêberpirsiyar ên Rusyayê ku li ser nukleerê dibêje û bikaranîna çekên biyolojîk an kîmyewî, dê rastî encamên cidî werin.”

Di daxuyaniyê de êrîşên Rusyayê wekî "nemirovî û hovane" yên li ser binesaziyên krîtîk ên li Ukraynayê hatin şermezarkirin û hat bibîrxistin ku kiryarên wê yên li dijî sivîlan sûcên şer in.

Her wiha hat diyarkirin ku armanca wan ew e ku di dawiyê de berdêla vegerandina binesaziyên krîtîk ên ku ji ber şerê hovane yê Rusyayê xisar dîtine yan jî wêran bûne, bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz ji Rusyayê hat kirin ku demildest şer rawestîne û bi temamî û bê şert û merc ji axa Ukraynayê vekişe. Li aliyê din jî ji ber dirêjkirina Peymana Korîdora Genimî ya Behra Reş jî dilxweşî hat nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin