Kiliçdaroglu bertek ji cezakirina Îmamoglu re nîsan da: Wê heman mamelê bibînin!

Kiliçdaroglu bertek ji cezakirina Îmamoglu re nîsan da: Wê heman mamelê bibînin!

PeyamaKurd – Piştî ku îro 14ê Kanûnê Dadgeha Stenbolê biryara qedexeya siyasetê û cezayê girtîgehê bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da, di serî de Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu partiyên opozîsyona Tirkiyê bertekên tund nîşan dan.

Kemal Kiliçdaroglu piştî eşkerekirina biryara dadgehê hevdîtinên serdana xwe ya Almanyayê betal kirin û bi balafireke taybet ber bi Stenbolê ve bi rê ket.

Beriya vegera ji Berlînê jî Kiliçdaroglu piştî pêwendiya telefonî ya bi Îmamoglu re, li ser medya civakî peyamek belav kir û got: “Dixwazim her kes vê baş bizane ku li vî welatî darbekar Seray e (Koşka Serokomariyê), qedexkar jî Seray e!

Wê wisa jî mamelê bibînin.”

Herwiha Kiliçdaroglu ragihandiye ku ew ê li ser biryara cezakirina Îmamoglu bi serokên hemû partiyan re civîneke saz bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heger cezayê Îmamoglu ji aliyê Dadgeha Bilind a Darazê ve jî were pesendkirin wê qedexeya siyasî li ser wî dest pê bike û nikaribe bibe namzedê şaredarî yan jî serokomariyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin