Zelenskiy: Rusyayê, çend bajar wêran kirin

Zelenskiy: Rusyayê, çend bajar wêran kirin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî li ser rewşa dawî ya şer axivî. Zelenskiy da zanîn ku Rusya çend bajaran ber bi wêraniyê ve biriye.

Volodimir Zelenskiy, di peyama xwe de da zanîn ku li eniya şer pevçûnên dijwar berdewam dikin û destnîşan kir ku hêzên Rusyayê li eniyê rûxandina wargehên li eniyê dewam dikin.

Zelenskiy got, "Rusya bajarê Donbasê wekî Mariupol, Volnovaha û Bahmutê wêran kirine.”

Her wiha Zelenskiy amaje bi wê yekê jî kir ku îro hêzên Rus êrişî bajarê Xersonê jî kiriye û da znaîn ku di encama êrîşan de zarokekî 8 salî jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku îro 64 leşkerên din ên Ukraynayê bi pevguhertina girtiyan a bi Rusyayê re hatin berdan û wiha got:

"Em xebatên xwe yên ji bo serbestberdan û vegerandina her jin û mêr û jineke Ukraynayî ya ku hîn li Rusyayê girtî, ne berdewam dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin