Zelenskiy: Rusyayê, Khersonê daye ber bombeyan

Zelenskiy: Rusyayê, Khersonê daye ber bombeyan

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku artêşa Rusyayê di 15ê Kanûnê de zêdetirî 16 caran, bajarê Khersonê yê Ukraynayê kiriye armanc û daye ber bombeyan.

Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyama xwe ya ku di ser hesabê xwe yê medyaya civakî de belav kir, diyar kir ku di êrîşa artêşa Rusyayê ya li ser bajarê Khersonê de jineke xwebexş li xala alîkariyê ya Xaça Sor jiyana xwe ji dest daye.

Zelenskiy got, "Rusya di nav rojê de zêdetirî 16 caran Xerson bombebaran kir. Ev, tenê di rojekê de çêbû, her roj wisa ye.”

Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy diyar kir ku li herêma Donbasê pevçûnên dijwar berdewam dikin û binesaziya sivîl jî di êrîşên li ser niştecihên li vê derê hatin armanckirin û got ku hêzên Rusyayê li hember artêşa Ukraynayê bi ser neketin.

Zelenskiy bi berdewamî da zanîn ku divê ew wêraniya ku ji aliyê Rusyayê ve hatiye kirin, bê rawestandin û yekane rêya rawestandina êrîşan ew e ku ew Rusan ji axa Ukraynayê derxin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin