Twitter û FBI di mijara sansuran de bi hev re dixebitîn

Twitter û FBI di mijara sansuran de bi hev re dixebitîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêvebiriya berê ya Twitterê li gor daxwazên rêvebiriya Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) ya Amerîkayê parevekirinan sansur dikir û hesabên muşteriyên xwe asteng dikir. Rojnamevanê serbest Matt Taibbi di ser hesabê xwe yê Twitterê de mijarê aşkera kir û got di navbera rêvebirekî şîrketê yê di asta bilind de û FBI de ji bo sansurkirina parevekirinan hesabekî têkiliyan hebûye. Di wî hesabê têkiliyên navbera rêvebir û FBI de, di dewra navbera sala 2020an heya mijdara 2022an de, ji 150 yan zêdetir hesabên postayên elektronîk asteng kirine an ber li wan girtine.”

Di parvekirinên li ser medya civakî de hat ragihand ku rêvebirê Twitterê yê bi FBI re di nav têkiliyan de bûye Yoel Roth e. FBI ji bo Twitterê lîstekî kesên ku îhlala parvekirinan dikine amade kiriye û daye Twitterê. Matt Taibbi weha dewam dike:

“FBI daîma naveroka medya civakî ji Twitterê re dişand. Dosyayên Twitterê tişteka nû nîşan da. FBI û wezareta ewlehiya hundir ya Amerîkayê naveroka medya civakî dişand Twitterê bê wê kijan hesab bê astengkirin hetta girtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin