PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê bi sedema ku wê Îweç û Fînlandiya bibin endamên NATO yê şertan danîbû ber her dû welatan. Di civîna di 9 ê mijdarê de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji serokwezîrê Îsweçê re, di civîna çapemeniyê de weha gotibû:
“Îadekirina Bülen Keneş ji bo Tirkiyê gelek girîng e.”
Hukumeta Îsweçê ji bo Keneş îadeyê Tirkiyê bike divê salekî an ji salekî zêdetir hatibe cezakirin û ev şert çênebûye. Tirkiye ji ber ku Bülent Keneş goya endamê FETÖ ye, wî ji hukumeta Îsweçê xwestiye.
Îsweç dibêje li ber îadekirina Keneş astengiyên hûqûqî hene û rojnama Îsweçê ya bi navê Aftonbladet li ser mijara ku Keneş bidin Tirkiyê dibêje, ji ber fikra wî ya siyasî talûka zilmê li ser heye.
Keneş di wexta xwe de ku li Tirkiyê bû, rêvebirê weşana rojnama Today's Zaman ê bû û niha li Îsweçê dijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin