Bafil Talabanî li Rojava seredana Mazlum Abdî kir

Bafil Talabanî li Rojava seredana Mazlum Abdî kir

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî li Rojava bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokreatîk (HSD) Mazlûm Abdî re hevdîtinekî kir. Dîmenên hevdîtina her dû yan ket ser medya civakî lê nehat ragihandin kengê û li kîjan bajarê Rojava hevdîtin kirine.

Di hevdîtinê de fermandarê giştî yê hêzên koalisyona navdewletî general Matthew McFarlane jî amade bû. Di hevdîtinê de rêvebirê giştî yê YNK ê yê têkoşîna bi terorê re Wahab Halepçe jî amade bû, li ser rewşa Rojava ya siyasî û pirgirêka Kurd her dû teref axifîn.

Bafil Talabanî di hevdîtinê de weha got:

“Wê têkiliyên me helbet bi Rojava re dewam bike û pêşde here. YNK xwe xizmetkarê milletê Kurd dibîne. Pirsgirêka Kurd serbilindiya me ye û dahatûya me li ser yekîtiya me ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin