PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Air Force Times, hat diyarkirin, hêzên hewayî yên Amerîkayê ji ber xirabûna yek ji balafirên B-2 yên stratejî firînên van balafiran rawestandin.
Derbarê nûçeyê de, hêzên asmanî yên Amerîkayê ragihand, 20 ji wan balafiran piştî ketina balafireke stratejîk a B-2 Spirit, seferên xwe rawestandine.
Balafira stratejîk a B-2 Spirit ku weke balafira xeyalet tê binavkirin, di 10ê Kanûnê de li nêzî Baregeha Hêza Hewayî ya Whiteman a Missouriyê ketibû xwarê. Balafira di dema firînê de hat dîtin ku xeletî ye, ji ber bi lez daketiye, agir pê ketiye.
Firînên balafiran bi awayekî demkî hatin rawestandin!
Berdevka Hêza Hewayî ya Amerîkayê Beth Del Vecchio di derbarê geştan de daxuyaniyek da û diyar kir, seferên bombeyên dizî bi awayekî demkî hatine rawestandin da ku servîsên teknîkî "xerefên ewlehiyê yên potansiyel" nas bikin.
Berdevka Hêza Hewayî ya Amerîkayê li ser pirsgirêka ewlehiyê ya di balafiran de wiha got:
"Em niha dinirxînin ka çi xelet bû û em çawa dikarin xetereyên pêşerojê kêm bikin. Piştî vekolînên li ser mijarên ewlehiyê temam bûn, em ê dîsa dest bi xebata normal bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin