Amerîka: Em di mijara Rojava de zelal in

Amerîka: Em di mijara Rojava de zelal in

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pat Ryder, li ser helwesta Tirkiyeyê ya li hember operasyoneke leşkerî ya gengaz a li dijî Rojava tekez kir ku ew zelal in û da zanîn ku ew bi hevpeymanên Tirkiyeyê re pêwendiyên xwe yên nêzîk berdewam dikin.

Berdevkê Pentagonê got, "Me helwesta xwe ya li ser operasyoneke gengaz a li Rojava, ji raya giştî re eşkere kir. Me ev yek ji bo hevalbendên xwe yên Tirk re ragihand. Ez niha ji nû ve dubare nakim. Wekî hûn jî dizanin, em di şopandina rewşa li herêmê berdewam dikin."

Ryder, di dewama axaftina xwe de got, "Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ku hevkarên Amerîkayê yên li herêmê de dîsa dest bi dewriyeyan kirine. Li herêmê mebesta me ya hevpar, IŞÎD e. Wekî ku hûn jî dizanin CENTCOMê jî daxuyaniya operasyonê da. Têkiliya me ji nêz ve dewam dike. Di vê mijarê de pêwendiya me ya bi hevkarên me yên Tirk re berdewam e.”

Berdevkê Pentagonê di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser pirsa ‘Gelo dê Tirkiye ji operasyoneke gengaz û ewlehiya leşkerên li herêmê agahdar bike yan na?’ ev bersiv da:

“Ez naxwazim li ser navê Tirkan biaxivim. Em qenalên ragihandinê vekirî dihêlin. Em bi awayekî bi rêk û pêk li ser hemû astan bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin. Di derbarê ewlekariya leşkerên me de jî ez hêvî dikim ku em nekevin rewşeke ku ewlehiya wan bixe xeteriyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin