PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Ukraynayê hat dayîn de hat ragihandin ku Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ji bo Cejina Noelê ya ku di 25ê Kanûnê de li welatên Xirîstiyanên Rojava tê pîrozkirin, peyameke bi vîdeo parve kir.
Li gorî agahiyên di ser malperê re hatin ragihandin, Volodimir Zelenskiy di peyama xwe de diyar kir ku li Ukraynayê di 25ê Kanûnê de bi milyonan kesan Cejina Neolê pîroz kirin, lê ji ber ku gel ji ber şer şert û mercên zehmet dijî, îsal cejin bêtehm derbas dibe.
Zelenskiy got,
“Em vê zivistanê ragirin. Ji ber ku em dizanin em ji bo çi şer dikin. Îsal em li Ukraynayê di bin siya şer de Noelê pîroz dikin. Ji ber ku hin Ukraynayî hatin girtin an jî neçar man welatê xwe biterikînin, li gelek welatan di bin şert û mercên dijwar de cejinê pîroz dikin. Em ê jin û mêrên Ukraynayê dîsa azad bikin."
Volodimir Zelenskiy diyar kir ku ji ber ku binesaziyên enerjiyê yên li Ukraynayê, di êrîşên artêşa Rusyayê de zerareke mezin dîtine qutbûna elektrîkê dewam dike û li gel hemû zehmetiyan jî gel vexwend ku Cejina Noelê pîroz bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin