PeyamaKurd – Êrîşkarê ku di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê de bi hedefgirtina Kurdan 3 kes qetil kir, bi şertê kontrola edlî hat girtin.
William M. ê 69 salî ku roja Înê di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de 3 kesên bi navê Emîne Kara, Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil qetil kir derket pêşberî dadger. Dadger biryara girtina êrîşkar da.
Li gorî nûçeya kanala Fransî BFM TV ya derbarê pêvajoya darizandinê de, dozgerê lêpirsînê dimeşîne xwest ku gumanbar bê darizandin.
Li dadgehê dozger xwest ku derbarê gumanbarê 69 salî de bi îdiaya "sûîqest û teşebusa kuştinê ya ji ber nijad, etnîk, netew û olê û herwiha peydakirina çekan û xwedîkirina bê destûr" lêpirsîna sûc bê vekirin.
Dadwerê lêpirsînê ku pêvajoya darazê ya êrîşa Parîsê pêk anî, biryara dadgehkirina êrîşkar da!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin