PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîkdad li ser telefonê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov axivî û diyar kir, ew siyaseta Amerîka û hevpeymanên wê yên ji bo dirêjkirina rewşa Ukraynayê şermezar dikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê SANA, Mikdad bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re civiya û siyaseta Amerîka û hevalbendên wê li Ukraynayê rexne kir.
Di nûçeyên derbarê civîna partiyan de wiha hat gotin, di peywendiya telefonî de, wezîran li ser peywendiyên dualî û rêyên bihêzkirin û pêşxistina wan peywendiyan ji bo gihîştina bi daxwazên gel û rêveberiya her du welatan gotûbêj kirin. Her wiha bal kişand ser kêşeyên ku siyaset û kiryarên welatên rojava ji cîhanê re derdixe pêş.
'Amerîka pevçûnên li Ukraynayê dirêj dike'
Her wiha di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ya têkildarî hevdîtinê de ev agahî hatin dayîn: “Mîkdad tekez kir, Sûriye êrîşên Rojava yên li dijî Federasyona Rûsyayê û hewldanên têkbirina ewlehiya wê ya neteweyî şermezar dike. Wezîr Mikdad herwiha siyaseta Amerîka û hevalbendên wê yên ji bo dirêjkirina nakokiyên li Ukraynayê ji bo berjewendiyên xwe yên xweser şermezar kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin