Neteweyên Yekbûyî, raporta wendahiyên Ukraynayê ragihand

Neteweyên Yekbûyî, raporta wendahiyên Ukraynayê ragihand

PeyamaKurd- Ji aliyê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ve raporta wendahiyên Ukraynayê ya ji 24ê Sibatê ve hat ragihandin. Li gorî raportê, bi hezaran sivîl û leşker hatine kuştin.

Di raporta OHCHR de hejmara kuştî û birîndarên di şerê navbera Ukrayna û Rusyayê de ku 10 meh in dewam dike, hatin parvekirin û hat diyarkirin ku di şer de 2 hezar û 719 mêr, 1832 jin, 429 zarok û 1904 jî mezinên ku zayenda wan nehatiye tespîtkirin, bi giştî 6 hezar û 884 kes hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran jî 10 hezar û 947 e.

Bi rêya raportê hat zanîn ku piraniya kuştî û birîndaran, ji ber teqînên bikaranîna çekên giran pêk hatine û ev hûrgilî hatin parvekirin:

"Piraniya qurbaniyên sivîl ên hatine tomarkirin, ji ber bikaranîna çekên teqemenî yên bi bandora herêmeke berfereh, di nav de topên giran, pergalên çekên havêtina roketên pir-lûle, moşek û êrîşên asîmanî hatine kuştin.”

Her wiha OHCHRê diyar kir ku ew wisa bawer dikin ku hejmarên rastîn gelek zêde ne lê ji ber ku zehmet e agahî ji deverên şerên dijwar werin bidestxistin, gelek rapor hîn jî li benda piştrastkirinê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin