Bertekên Amerîkayê ji Tirkiyeyê re!

Bertekên Amerîkayê ji Tirkiyeyê re!

PeyamaKurd Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir, ew ji aliyê dadgeha temyîzê ya li Tirkiyê ku mehkûmkirina Osman Kavala, bersûcê doza Geziyê pejirandibû, "gelekî xemgîn û bêhêvî bûn".

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser rewşê û got, "Amerîka ji ber ku îro dadgeha Tirk cezayê Osman Kavala erê kir, gelekî xemgîn û bêhêvî ye."

Patel di daxuyaniya xwe de got, “Wek ku me berê jî gotibû, mehkûmkirina Kavala ya nerast bi rêzgirtina mafên mirovan û dewleta hiqûqê re li hev nake. Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û Osman Kavala û hemû kesên din ên bi awayekî keyfî girtî serbest berde."

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Vedant Patel eşkere kir, "Gelê Tirkiyeyê heq e ku ji mafên xwe yên mirovî û azadiyên bingehîn bê tirsa tolhildanê sûd werbigre."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin