Demirtas bertek ji Soylû re nîsan da: Ma 'Zilam' hîn çawa îtiraf bike...

Demirtas bertek ji Soylû re nîsan da: Ma 'Zilam' hîn çawa îtiraf bike...

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, bertek nîşanî gefên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylû yên derbarê qeyûm danîna ser şaredariya Stenbolê da.

Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bi qestkirina Soylû got, "Ma zilam hîn çawa îtiraf bike. Pardon, min jê re got, ‘zilam’,”

Selahattîn Demirtaş li ser hedefgirtina Soylû ya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi mînak nîşandana Şaredarê hilbijartî yê Diyarbekirê Dr. Selçûk Mizrakli ku niha ligel wî di girtîgehê de dimîne û wiha got:

"Dema hedefgirtina Brêz Ekrem Îmamoglu mînak nîşandana Rêzdar Selçûk Mizrakli gelekî di cî de ye. Soylû dibêje, ‘Me çawa bi dek û dolaban qeyûm danîbe sere Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, em ê heman tiştî bo Stenbolê jî bikin. Ma zilam hîn çawa îtiraf bike. Pardon, min jê re got, ‘zilam’,”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin