Meloni: Astî, tenê bi xwestinê çenabe

Meloni: Astî, tenê bi xwestinê çenabe

PeyamaKurd- Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî, piştî hilbijartinên giştî yên di 25ê Îlonê de li Îtalyayê hatibûn kirin, yekemîn civîna çapemeniyê ya dawiya salê li dar xist.

Giorgia Meloni, bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku ew ê beriya 24ê Sibatê, salvegera şerê navbera Ukrayna û Rusyayê, biçin Kievê.

Meloni li ser axaftina telefonî ya beriya niha bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenski re kiribû jî axivî û da zanîn ku wê ji bo Zelenskiy, çûyîna Kievê ragihandiye.

Giorgia Meloni da zanîn ku Îtalya amade ye ji bo pêvajoya aştiyê bibe garantor û ji ber vê yekê dixwaze beriya 24ê Sibatê biçe Kivê û bi baweriya wê, gavên yekem dikarin bên havêtin.

Meloni, di dewama nirxandinên xwe de got ku ew alîgirên her tiştî ne ku dikarin alîgirên aştiyê bin û got, "Lê divê em bi zelalî zanibin ku aştî tenê bi xwestinê çênabe."

Serokwezîra Îtalyayê diyar kir ku ji bo aştiyê pêwîst e xebat bi awayekî şênber bên kirin.

Meloni bal kişand ser wê yekê ku Zelenskiy jî dixwaze ji bo aştiyê dest bi însiyatîfê bike û got, "Ji bo aştiyê her tiştê ku were kirin, divê were kirin, kes ji şer hez nake û em li ser vê yekê li hev dikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin