PeyamaKurd – Di roja dawiyê ya sala 2022an de Rûsya û Ûkrayna di nav xwe de guherîna leşkerên esîr kirin. Ji leşkeran 140 leşker yên Ûkraynane û 82 leşker jî yên Rûsya ne. Serokê dîwana serokkomariya Ûkraynayê Andrey Yermal ragihand ku di encama hevdîtinan de 140 leşkerên Ûkraynayê paşde sitendine û weha dewam dike:
“Di sala nûh de ne tenê em fuzeyên dijminan paşde dehf didin lê em mirovên xwe jî paşde tînin. 140 kes dadigerin malên xwe. Ji leşkerên ku dadigerin malên xwe 132 ji wan zilam û 8 ji wan jin in.”
Li aliyê dinê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku wan 83 lerşkerên xwe yên di destê Ûkrayna de esîrin, paş de sitendine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin