Kurdistan | Bi sahîyan û hêviyên nû sala 2023 hat pêswazî kirin

Kurdistan | Bi sahîyan û hêviyên nû sala 2023 hat pêswazî kirin

PeyamaKurd -  Li bajarên Herêma Kurdistanê sala 2023yan bi şahî û pîrozbahiyan hat pêşwazîkirin.

Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê li ber Keleha dîrokî ya Hewlêrê welatiyan bi fîşekên hewayî pîrozbahî kirin.

Li Silêmaniyê Cadeya Seholeke bû navenda pîrozbahiyên pêşwazîkirina sersalê û li Helebce, Duhok û Kerkûkê jî şahîyên pêşwazîkirina sala 2023yan bi hêvîyên nû hatin lidarxistin.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw eşkere kir ku tenê roja dawî ya 2022yan 60 hezar kes ji bajarên cuda yên Iraqê ji bo pîrozbahiyan serdana Hewlêrê kirine daku sala nû pêşwazî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin