PeyamaKurd- Serokdewletê Kolombiyayê ragihand ku bi 5 rêxistinên çekdar ên li welêt re 6 meh agirbest pêk hatiye. Di nav van koman de rêxistina çep a gerîla ELN jî heye.
Di navbera hikûmeta Kolombiyayê û 5 rêxistinên çekdar ku di nav de rêxistina gerîla ya Marksîst ELN jî di nav de ye, agirbesteke 6 mehan hatiye destnîşankirin.
Serokomarê yekem ê çepgir ê Kolombiyayê Gustavo Petro, bi navbeynkariya Newrozê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku ELN ji FARCê veqetiyaye û bi Segunda Marquetalia û bi Estado Mayor, kartelê madeyên hişberiyê Autodefensas Gaitanistas de Kolombiya (AGC) û hêzên paramîlîter ku di bazirganiya narkotîkê de roleke girîng lîstin, bi Autodefensas de la Sierra Nevada re agirbesteke ku dê ji 1ê Çileyê heta 30ê Hezîrana 2023yan berdewam bike, pêk hatiye.
Petrol agirbestê wekî karekî wêrek pênase kir û tekez kir ku hem komên çekdar û hem jî dewlet erkê hev û din ku agirbestê bişopînin û diyar kir ku dê mekanîzmaya çavdêriyê li ser asta neteweyî û navneteweyî jî bikeve dewreyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin