Îranê, pêkanîna peyama lêçekê car din da destpêkirin

Îranê, pêkanîna peyama lêçekê car din da destpêkirin

PeyamaKurd- Peyama binpêkirina lêçekê ku polîsan ji xwediyên maşînan re şandibû ku di rojên ku xwepêşandanên Mahsa Emînî yên li Îranê dest pê kiribûn de hatibû rawestandin, ji nû ve dest pê dike.

Di medyaya Îranê de hat ragihandin ku peyamên hişyariyê ji bo telefonên xwediyên maşînên ku maşînên wan qayîdeya ferzkirina lêçekê binpê kirine, dest pê kiriye.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat zanîn ku di meha Îlonê de dema ku xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî dest pê kiribûn, sepana hişyariya “Di maşîna we de rêgeza lêçekê hatiye binpêkirin” hatibû rawestandin.

Hat diyarkirin ku li gorî serîlêdanê, dema ku qaîde dubare bibe, bang li xwediyên maşînan tê kirin ku biçin şaxên ewlehiyê.

Her wiha Civata Ewlekarî ya Îranê jî di 3yê Kanûnê de ragihandibû ku hejmara giştî ya kuştiyên xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî, ji 200 kesan derbas bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin