PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin parvekirin, rayedarên Hindîstan û Pakîstanê, lîsteyên ku li ser tesîsên nukleerî agahî di nav de hene û agahiyên girtiyên sivîl û masîgirên di bin çavan de ne, bi hev guhertine.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin ku "Ev guhertina lîsteya 32yemîn e, ya yekem di 1ê Çileya 1992yan de pêk hatibû."
Hat eşkerekirin ku Hindîstanê lîsteyên 339 girtiyên sivîl ên Pakîstanî û 95 masîgirên Pakîstanî radestî rayedarên Pakîstanê kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku li aliyê din rayedarên Pakîstanê jî lîsteyek ji 51 girtiyên sîvîl ên hindî yan jî hindî û 654 masîgirên girtî parve kir.
Lîsteyên li New Delhi û Îslamabadê bi hevdemî di kanalên dîplomatîk de hatin weşandin.
Her wiha hat zanîn ku Hindîstanê daxwaz ji Pakîstanê kiriye ku ji bo serbestberdan û vegerandina masîgir û girtiyên sivîl ên Hindistanê ku cezayê xwe temam kirine, bileztir tevbigere.
Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin:
"Ji Pakîstanê tê xwestin ku ji bo 30 masîgir û 22 girtiyên sivîl ên ku tê texmînkirin hindî ne û li Pakîstanê girtî ne, konsolosxaneya lezgîn peyda bike."
Bang li Îslamabadê jî hat kirin ku proseya piştrastkirina rewşa hemwelatîbûnê ya 71 girtiyên Pakistanî yên ku nikaribûne vegerin welatên xwe ji ber ku hîn destûra hemwelatîbûnê ji Pakîstanê wernegirtine, were bilezkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin