PeyamaKurd- Dîrektora Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgiev, di derbarê aboriya cîhanî de hişyarî da ku sala 2023yan dê ji bo piraniya aboriya cîhanê bibe saleke dijwar.
Kristalina Georgieva, bi rêya televizyona CBSê, li ser hêviyên IMFê yên ji bo pêşveçûnê da zanîn ku
"Ji bo piraniya aboriya cîhanê, ev sal dê ji ya borî dijwartir be."
Georgieva sedema vê yekê kêmbûna 3 aboriyên mezin ên wekî Amerîka, Yekîtiya Ewropayê (YE) û Çînê nîşan da û da zanîn ku Amerîka ya herî berxwedêr e ku li welêt bazara kedê gelek bi hêz dimîne, aboriya Dewletên Yekbûyî dikare ji paşverûtiyê xilas bibe, lê ev yek dibe ku Rezerveya Federal a Dewletên Yekbûyî (Fed) neçar bike ku rêjeyên faîzê di heyama kêmkirina enflasyonê de ji bo demek dirêjtir bihêle.
Georgieva diyar kir ku YE bi giranî ji şerê li Ukraynayê bandor bûye û pêşbîniya xwe ya ku dê îsal nîvê welatên YEyê bikevin tengasiyê, ragihandin û got, "Çîn dê îsal hîn bêhtir kêm bibe."
Rêvebera IMFê diyar kir ku rêjeyên faîzê yên bilind û bi qîmetbûna dolarê dema ku li aboriyên nû dinihêrin, ev wêne hîn xerabtir e û got ku "Em li bendê ne ku yek ji 3 parên aboriya cîhanê bikeve paşketinê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin