Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li merasîma oxirkirina Papayê berê Benedîkt XVI ye

Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li merasîma oxirkirina Papayê berê Benedîkt XVI ye

PeyamaKurd Wezîrê Gihandin û Ragiandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher Abdoka beşdarî merasima sersaxiya Papayê berê Benedikt XVI bû.

Wezîrê Gihandin û Ragihandinê Ano Cewher Abdoka wek Keldaniyê Katolîk çû Vatîkanê û beşdarî merasima cenazê Papayê berê Benedîkt XVI bû.

Li gel bi hezaran Xiristiyan, lîderê ruhanî yê Katolîkên li Vatîkanê Papa Fransîs jî tevlî merasîma li Meydana Azîz Petrus dibe.

Papayê berê Benedict XVI di 31ê Kanûnê de di 95 saliya xwe de koça dawî kir.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin