"Putin îsev di merasîma jidayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh de amade dibe"

"Putin îsev di merasîma jidayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh de amade dibe"

PeyamaKurd Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dimitri Peskov diyar kir, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îşev di merasîma jidayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh de amade dibe.

Dimitri Peskov eşkere kir, li gor adetên xwe, Putin serdana yek ji navçeyan dike û diçe dêrê, da ku beşdarî ahenga jidayîkbûna Îsa Mesîh bike.

Peskov da zanîn, Putin li gor mezheba Ortodoks û li ser bingeha salnameya rojhilat, li dêreke derdora Moskowayê roja jidayîkbûnê pîroz dike.

Li gor salnameya rojhilat ku mezheba Ortodosk bawer dike, şeva 7ê Çileyê, Hezretî Îsa Mesîh jidayîk bûye, mezheba Katolîk jî di wê baweriyê de ye ku di 25ê Berfanbarê de jidayîk bûye.

Vladimir Putin ji bo pîrozkirina roja jidayîkbûna Îsa Mesîh û cudakirina vê bîranînê ji welatên rojava, biryar da ku li Ukraynayê agirbest ragihîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin