PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hatina cejna Kurdên Kakeî ya bi navê ‘Yaranî Qewltas’ê, cejna Kurdên Kakeî pîroz kir. Peyama serok Barzanî wehaye:
“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,
Ez bi hatina cejna Kurdên Kakeî ya ‘Yaranî Qewltas’ê, cenja temamê Kakeiyên li Kurdistanê û dinyayê pîroz dikim. Dixwazim birayên me yên Kakeî temamê cejnên xwe yên olî û netewî ji nexweşînan dûr, ji xeman dûr, di nav dilxweşiyê û aramiyê de derbas bikin.
Bila bê zanîn ku Kurdên Kakeî û hemû pêkhateyên Kurdistanê bi çanda xwe ya piralî, bi mafên xwe ve, her wext di Kurdistanê de di bin ewlehiyê de ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin