Polîs li minibusa koçberan xist: 2 kustî û 6 birîndar hene

Polîs li minibusa koçberan xist: 2 kustî û 6 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li ser rêya bajarê Wanê û navça Özalpê li ciyê ku polîs kontrolê dike, polîs   li minibusa ku koçberan hildigirt xist û di encamê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina SerhatNewsê; mişnibus ji Özalpê diçû Wanê û tê de 20 koçberên biyanî hebûn. Minibus li ciyê noqteya polîs berevajî ket ciyê noqta polîsan.

Li ser tevgera ajotvan, polîsan bi sîlihan li wan xist û di encamê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn. Rê ji bo çûnûhatê hat girtin. Tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û cenaze dibin lê polîs koçberan li wê derê dan rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin