Diz ketin ofîsa Yekîtiya Rojnamevanan ya Bedlîsê û deriyê wê jî dizîn

Diz ketin ofîsa Yekîtiya Rojnamevanan ya Bedlîsê û deriyê wê jî dizîn

PeyamaKurd – Dizên nasnameya wan nediyar ketin Ofîsa Yekîtiya Rojnamevanan ya bajarê Bedlîsê (BİGACEM) û deriyê ofîsê jî di nav de temamê eşyayên wê dizîn. Serokê rêxistinê  Sinan Aygül got:

“Li gor agahiyên ku me bidest xistiye, nasnameya dizan bi xwe wê bibe sedema skandalekî.”

Ofîsa BİGACEM ê li baregeha parêzgehê ya berê ye û ji bo wan hatiye tehsîs kirin. Dizan deriyê ofîsê, arşîvê, mobilyayan, cîhazên elektornîk, ewraqên rêxisitinê yanî temamê eşyayên wê dizîne û xwe wenda kirine. Zerara Cemiyetê li dora 200 hezar lîrayê Tirkiyê ye.

Şêlandin di wexta serê sibê de çêbûye û rêvebiriya wê seredana polîs kiriye û tîma tesbîtê li ciyê bûyerê lêkolînê daye despêkirin.

Diz, deriyê rêxistinê neşkandine û derî ji berê kirine û birine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin