Li Hollandê, lêgerîna zêran hat qedexekirin

Li Hollandê, lêgerîna zêran hat qedexekirin

PeyamaKurd- Ji aliyê Şaredariyeke li Hollandê ve hat ragihandin ku ji bo ku nêçîrvanên zêran nekevin pey xezîneyên bin erdê ku tê texmînkirin aîdî Naziyan e, "qedexeya detektorê" hat danîn.

Di daxuyaniya Şaredariya Burenê ya li herêmên navendê de hat diyarkirin ku ew dixwazin li gundê Ommerenê xezîneya ku tê texmînkirin leşkerekî nazîst veşartiye, bê destûr were kolandin û wiha hat gotin:

"Kolîn û lêgerîn, li tevahiya Burenê qedexe ye. Bêyî destûra yekîneyên rayedar, hebûna dedektorên metal qedexe ye.”

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hişyarî hat kirin û hat destnîşankirin ku Ommeren di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li nêzî eniya şer bû, li dijî xetereya ku bombeyek neteqiyayî hebe, "Em lêgerîna li xezîneya Naziyan pêşniyar nakin." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin