PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser pêvajoya endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê daxuyanî da. Stoltenberg diyar kir ku herdu welat jî li gorî peymana sêalî ya ku bi Tirkiyeyê re hatibû destnîşankirin, tevdigerin.
Jens Stoltenberg, di Konferansa Ewlekariya Folk och Forsvarê ya ku li Swêdê hat lidarxistin de axivî û bal kişand ser pêvajoya endamtiya Swêd û Finlandiyayê.
Stoltenberg di daxuyaniyên xwe da bi bîr xist ku herdu welatan di Civîna NATOyê ya li Madridê ya ku di meha hezîranê ya 2022an de bi Tirkiyeyê re ji bo têkoşîna li dijî terorê zêde bikin û hevkariyê xurt bikin, peymaneke sêalî destnîşan kirin.
Her wiha Stoltenberg diyar kir ku di daxuyaniya NATOyê de biryar hatibû dayîn ku Swêd û Finlandiya ji bo endamtiyê vexwîne û got, "Ez kêfxweş im ku dibînim ku li gorî peymanê tevgerîn çêdibe.”
“Ji nêz ve dê tevlî tifaqê bibin”
Stoltenberg bi bîr xist ku protokola endamtiya herdu welatan, heta niha ji 30 hevalbendên NATOyê ji aliyê 28 kesan ve hatiye erêkirin û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku Swêd û Finlandiya di demeke nêz de tevlî hevpeymaniyê bibin.
Stoltenberg destnîşan kir ku hin hevalbendên NATOyê piştî ku serî li NATOyê dan û NATOyê hebûna xwe li herêmê zêde kir, garantiya ewlehiyê dan herdu welatan û destnîşan kir ku Swêd û Finlandiya, niha di civînên NATOyê da cih digirin û hevkariya leşkerî ya yekpare dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin