PeyamaKurd – Bi hezaran Şingaliyên ku li kampên cuda yên Herêma Kurdistanê dimînin ji ber pirsgirêkên ewlehiyê nikarin vegerin malên xwe.
Bi deh hezaran Şingaliyên ku piştî êrîşa çekdarên DAIŞê ya sala 2014an neçar man malên xwe biterikînin, bi salan e li kampên penaberan di konan de dijîn.
Welatiyên ku li benda asayîbûna rewşa Şingalê ne, ji hikûmeta Iraqê dixwazin ku ziyanên wan bên qerebûkirin.
Li gorî bernameya hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şîa Sûdanî, rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hatiye îmzekirin, divê di nava 6 mehan de were cîbicîkirin û rewş asayî bibe û xelk vegerin malên xwe. Di peymanê de tê xwestin ku komên çekdar ên neqanûnî yên li bajêr ji herêmê werin derxistin.
Serokê Lijneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê Leman Piling ji K24ê re got, li gorî bernameya hikûmeta Sûdanê, divê hemû kampên Iraq û Herêma Kurdistanê bên girtin û penaber vegerin ser malên xwe. Di vê çarçoveyê de pêwîst e Peymana Şingalê pêk were."
Koçberê bi navê Salim Şingalî ku li Kampa Şarya ya Duhokê dijî jî got, “Dibistan, nexweşxane û hemû saziyên din ên Şengalê ji xizmetê bêpar in. Elektrîk jî tune. Binesaziya Şingalê bi temamî wêran bûye. Bajar niha amade nîne ku ev qas koçberan qebûl bike."
Welatiyeke din a kampê pîrejineke bi navê Leyla Xudeda jî diyar kir, eger hikûmeta Iraqê rewşa Şingalê asayî bike û tazmînatê bide wan ew dixwazin vegerin malên xwe.
Li gorî amarên fermî ji bo avakirina Şingalê û tezmînata gel 8 milyar dolar pêwîst e. DAIŞê ji sedî 80ê binesaziya bajêr wêran kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin