Meclisa Nûneran a Amerîkayê, dest bi kar kir

Meclisa Nûneran a Amerîkayê, dest bi kar kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada siyasî ya Amerîkayê hatin ragihandin, li Meclisa Nûneran a Amerîkayê ku Komarparêz lê zêde ne, rêziknameya nû ya parlamentoyê ya guherînên girîng di nav xwe de dihundirîne, hat qebûlkirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Meclisa jêrîn a 118emîn a Kongreya Amerîkayê ya ku ji 435 endamên Meclisa Nûneran pêk tê, ji bo yekemîn civîna xwe ya qanûnî ya piştî hilbijartina serokomariyê civiya. 

Hat diyarkirin ku karên pêşîn ên wekîlên ku sond xwaribûn, dengdana li ser rêziknameya ku ji aliyê Komarparêzan ve hatibû pêşkêşkirin û rêziknameya nû ya Meclîsê tê de bû.

Li gorî hat ragihandin, guhertin jî di nav de 72 demjimêrên dengdanê piştî betalkirina pêşnûmeyê, "dengdana wekîlê" wekî bergireke pêşîlêgirtinê ya li dijî Covid-19 û betalkirina 80 mîlyar dolarê zêde di fînansekirina Ajansa Dahatiyê ya Amerîkayê de ji bo qutkirina lêçûnên federal û damezrandinê û komîteyeke nû ya li ser çekdarkirina hikûmeta federal jî dihundirûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin