PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ ragihandibû ku divê di qanûna medya civakî de guherîn bên kirin û kesên ku ceza dane wan û di zîndanê de ne nikaribin medya civakî bikarbînin. Hem Bozdağ gotibû ku niha li ser qanûna medya civakî dixebitin da derxin. Li ser gotina Bozdağ, serokê HDP ê yê berê Selahattin Demirtaş ê ku di zîndanê de ye, bersiva Bozdağ da û weha got:
“Xwe bixin şûna me û qanûnên zîndanê li gor wê derxin. Di encamê de hindik ma ku hun bikevin şûna me. Wezîrê dadê li rêyan digere da dengê me bibire. Ji bo wê, ne divê ewilî me bibînin? Li van wêneyan baş binêre: Gültan, Figen, Sebahat, Bekir, İdris, Leyla, Selçuk, ez û bi hezaran kes em li vê derê ne. Eger te wan nedît, li dilê wan binêre. Ji ber wê biaqil tevbigerin. Heya hun tecrîdên nû datînin, temamê tecrîdan rakin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin