PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Taywana ku bi Çînê re di nav nakokiya serweriyê de ye, wê 100 moşekên hewayî yên menzîl kurt ên cureya Sidewinder ji Amerîkayê bikire.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên ajansa CNA ya Taywanê, Wezareta Berevaniyê bi Amerîkayê re lihevkirinek çêkiriye ku moşek û pêkhateyên Sidewinder taktîkî yên modela "AIM-9X Block II" bi 78,63 milyon dolarî bikirin.
Moşekên ku tê gotin wê heta sala 2030î kom bi kom bên teslîmkirin, di serî de li baregeha leşkerî ya li bajarê Taitung a li başûrê rojhilatê giravê tê bicihkirin.
Ev peyman wê di çarçoveya firotina çekan a bi dolarê 1,1 mîlyar dolarî ya ji bo Taywanê, ku ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden ve di Îlona 2022 de hate pejirandin, were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin