PeyamaKurd – Hat ragihandin 3 hevpeymanên mezin ên gelên Îranê yên bi navên; Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê, Hevpeymanî bo Azadî û Beranberî li Îranê û Kongreya Neteweyên Îrana Federal bi daxuyaniyekê piştevanîya xwe bo xwepêşanderên hatine binçavkirin ragihand.
Her sê hevpeymaniyên siyasî yên Îranê, Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê, Hevpeymanî bo Azadî û Beranberî li Îranê û Kongreya Neteweyên Îrana Federal, ji bo piştevanîya binçavkiriyên serhildana seranserî ya gelên Îranê ragihandin.
Hevpeymanên siyasî yên Îranê gotin: “Di 4emîn meha şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” dijî rejîma Îslamiya Îranê de ne, şoreşek ku jin pêşengiya wê dikin rejîma Îranê hejandiye û bi tevahî tirs xistiye dilê rejîma Îslamiya Îranê û cîhan ji cinayetên rejîma Îranê agahdar kiriye.”
Di daxuyaniyê de datiye diyarkirin, “Rejîma Îranê û bi taybet “Elî Xamineyî” yê cinayetkar, bi kuştina bikom û hovane ya 100an kes ji kur û keçên şoreşger ên gelên Îranê, zarok û dayîkên wî welatî, binçavkirina 20 hezar kes ji xortên hêja yên gelên Îranê, dixwaze vê şoreşê serkut bike, lê neku her nayê serkutkirin, dibe ku zêdetir geş dike û berfirehtir dibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin