PeyamaKurd – Rûsya salekiye ku leşkerê Amerîkayê yê kevin yê bi navê Taylor Dudley di bin çav de digre. Lê bi hewlên parêzgerê berê yê eyaleta New Mexico yê Bill Richardson û balyozê Amerîkayê ku muzakereyan dikirin serbest hat berdan. Berdevkê malbata Dudley Jonathan Franks ji bo CNN Int. ragihand ku salekiye muzakereyên ji bo berdana wî dewam dikirin û îro li deriyê sînor yê Rusya-Polonya Bagrationovsk-Bezledy serbest hat berdan û weha got:
“Piştî xebatên zêde, pir xweşe ku Taylor Dudley serbest hat berdan.”
Dudley ji bo tevlî festîwala muzîkê ya Polonyayê bibe, derbasî devera Rûsyayê ya bi navê Kaliningrad bû bû û di 22 ê nîsana 2022an de hatibû girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin