Rusya: Soledar, ket bin kontrola hêzên me

Rusya: Soledar, ket bin kontrola hêzên me

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku navçeya Soledarê, ji aliyê hêzên wan ve hatiye kontrolkirin. Li gorî hat ragihandin, serbazên Ukraynayê ku li wê navçeyê mane, neçarî radestiyê ne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, girîngiyeke stratejîk a kontrolkirina Soledarê ji bo hêzên Rus hebûye û artêşa Rusyayê piraniya hêzên Ukraynayî yên li wê navçeyê têk birine. Hat diyarkirin ku pêwendiya wan serbaz û leşkerên li herêmê, bi eniyên şer re hatine qutkirin.

Wezaretê bi heman daxuyaniyê da zanîn ku di nav çend rojên borî yên şer de hêzên wan bi sedan serbazên Ukraynayî kuştine û pergala berevaniya serbazî ya Ukraynayê, têk birine.

Li ser heman mijarê, Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî şeva borî ragihandibû ku ew ji bo parastina navçeya Soledarê, di nav hewil û têkoşînê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin