Azerbeycan: Me 5 casûsên li ser hesabê Îranê dixebitîn girt

Azerbeycan: Me 5 casûsên li ser hesabê Îranê dixebitîn girt

PeyamaKurd – Azerbeycan li welatê xwe tora îstîxbarata Îranê keşif kir. Di vê çarçoveyê de ‘bi sedema îxaneta bi dewletê re’ 5 kesan xist bin çav. Li gor ragihandina Rêxistina Ewlehiya Dewletê, kesê bi navê Zahir Asgerov ku di Fîlo ya Petrola Derya Hazarê de kaptanê keştiyê ye, li Îranê li bajarê Qûm ê perwerda olî  diye, ji bo maddiyatê bidest bixe, bi îstîxbarata Îranê re ketiye nav hevkariyê.

Asgerov di wexta borî de şîrketên biyanî yên ku li Azerbeycanê dixebitin, temamê tetbîqatên leşkerî yên ku li Azerbeycanê tên kirin, cîh û wexta wan daye Îranê, petrola ku digihînin platformên Azerbeycanê, bi telefonê daye Îranê an bi xwe çûye Îranê, agahiyan daye îstîxbarata Îranê û ev tev hatine tesbîtkirin.

Elnur Resulov jî de wexta ku ji bo dermankirina xwe çûye Îranê, bi pere bi îstîxbarata Îranê re ketiye nav hevkariyê, paşî bi mirovê xwe yê bi navê Arif Resulov re di derbarê araziyên ku xeta petrolê û tê de derbas dibe, alavên hewayî yên ku di lîmanên hewayê de hene, araziyên ku tank û alavên leşkerî lê ne, alavên ku di fûara Baku yê de ya TEKNOFEST ê de hatine pêşengehê, sehayên leşkerî û sehayên stratejik û sîstemên radaran, video û wêneyên wan kişandiye û daye îstîxbarata Îranê.

Bahtiyar Axazade jî di wexta li Îranê perwerdê diye bi îstîxbarata Îranê re ketiye nav têkiliyan, paşî pêvajoyên siyasî û civakî, ciyên yekîneyên leşkerî, cûreyên wan û bi asta fermandarên wan ve, agahiyan daye hev û bi pera daye îstîxbarata Îranê.

Mirhafız Ceferzade, bi sedema bi îstîxbarata Îranê re hevkariyê kiriye lê digerin û di derbarê wî de biryara girtinê heye. Ew jî agahiyên ciyên yekîneyên leşkerî di ser întternetê de şandiye ji bo Orhan Memmediv ê ku niha xwe li Îranê xwe vedişêre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin