PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, di dema seredana xwe ya Almanya ya bajarê Berlînê de, di televizyona Almanya ya bi navê Deutsche Welle de tevlî bernamêyekî bû û di bernamê de gotina ‘Kendava Ereb’ bikaranî. Ji ber Îran an ku Fars navê wê kirine ‘Kendava Fars’ an ku ‘Xelîç ul Faris’, Sûdanî got ku wê ji bo vê gotinê ji Îranê lêborîna xwe nexwaze.
Sûdanî ragihand ku Iraqî di şûna ‘Kendava Faris’ de ‘Kendava Ereb’ bikartîne. Sûdanî weha got:
“Kendava Ereb heqîqetekiye û wê neguhire. Hinek teref dixwazin mijarê tevlîhev bikin. Em ji bo ramanan rêz digrin lê Iraq perçeyekî ji sîstema welatên Ereb e. Em parastina xwurtkirina têkiliyên bi welatên Kendavê re dikin.
Wê hevdîtinên di navbera Erebistana Si’ûdî û Îranê dewam bikin. Wê Iraq jî navbeynkariya her dû dewletan bike.”
Di dema li Basrayê Kûpa Navdewletî ya Kendavê destpêkir, ji ber rêvebirên Iraqê gotina ‘Kendav a Ereb’ bikaranîn, bû bû sedema berteka rêvebirên Îranê.
Di sala 1975an de di dema Peymana Cezayîrê de, navbera Iraqê û Îranê xweş nîn bû û mijar her navê Kendavê bû. Di peymanê de Saddam Huseyin qebûl kir ku navê kendavê bikin ‘Kendava Faris’ lê wê Îran alîkariya leşkerî û lojîstîk ji Kurdên Başûr bibire. Her weha sedemekî şerê navbera Iraqê û Îranê yê 8 sale, mijara navê Kendavê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin