Serokomarê Îsraîlê: Ev pevçûn dê welêt parçe bike

Serokomarê Îsraîlê: Ev pevçûn dê welêt parçe bike

PeyamaKurd- Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog, li ser xwepêşandanên li Îsraîlê yên li dijî biryara Netanyahu derketin pêş, daxuyaniyek da û metirsiyên xwe hanî zimên. Herzog da zanîn ku ev pevçûn, dê bibin sedema parçebûna welêt.

Herzog, li ser pêşnûmeyeke dadwerî ya ku ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ve hatibû piştgirîkirin û bû sedema aloziya ku 80 hezar kes dakevin qadan, daxuyaniyek da.

Ishaq Herzog, bi rêya peyameke bi vîdeo ya ku di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re parve kir, got ku

“Em di nav pevçûneke kûr de ne ku welat ji hev parçe dike. Ev cudabûn, min û piraniya mirovên li derveyî welêt bi Îsraîlê re nîgeran dike. Ez ji rexneyên ku li min tên kirin re rêz digirim. Lê ez niha li ser du xalên xeternak disekinim, astengkirina qeyrana makezagona dîrokî û pêşîlêgirtina parçebûna civakê.”

Herzog diyar kir ku Mala Serokomar "dibe ku tekane cihê ku hemû alî jê bawer bikin û vê mijarê qebûl bikin" e û got ku wî hefteya borî bi aliyên qeyranê re hevdîtin pêk hanîne da ku hawîrdora diyalogê ava bikin.

Serokomarê Îsraîlê Herzog da zanîn ku ew nizanin bê ka dê ev hevdîtin bi ser bikevin yan na û her çend aliyan di vê mijarê de "niyeta baş" hebe jî rê dirêj e û gelek xalên cudabûnê hene û got,

 "Heta ji milên min bê, ez ê bixebitim. Ez hêvî dikim ku em ê rêyeke derketina ji vê qeyranê, peyda bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin