Wê McGurk serdana Herêma Kurdistanê bike

Wê McGurk serdana Herêma Kurdistanê bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Kordînatorê Koşka Spî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, wê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dzeyî serdana Brett McGurk a bo Herêma Kurdistanê piştrast kir. Tê çaverêkirin Brett McGurk li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Derbarê hurgiliyên dîroka serdanê û danûstandinên McGurk li Herêma Kurdistanê de, hêj zêdetir agahî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin