PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov sûcdariyên derbarê êrîşa li ser apartmana wî ya li Dnipro ya Ukraynayê red kir.
Dmitriy Peskov li Moskowayê ji rojnamevanan re axivî, derbarê êrîşa bi moşekan a li ser apartmaneke li Dniproyê û şandina tankên nû ji bo Ukraynayê de nirxandin kirin.
Peskov got, "Artêşa Rûsyayê êrîşî avahiyên niştecihbûnê û avahiyên binesaziya civakî nake. We jî tesbîtên hin nûnerên aliyê Ukraynayê dîtin ku trajedî ji ber pergala parastina hewayî pêk hatiye."
Peskov bertek nîşanî planên Îngîltereyê yên şandina tankên Challenger 2 bo Ukraynayê da û got, "Em bi awayekî gelekî neyînî nêzî vê yekê dibin. Niyeta Îngiltere û welatên Ewropayê yên ji bo pêşkêşkirina alavên leşkerî yên nû yên pêşketîtir ji Ukraynayê re, rewşa li qadê naguherîne. Ev jî rewşa Ukraynayê xerabtir dike. Em guman dikin ku mirovên li Ukraynayê dijîn bi her awayî ji çarenûsa xwe, pêşeroja xwe re eleqedar dibin. Ji bo ku bigihin armancên xwe yên li dijî Rûsyayê vî welatî wekî amûrekê bikar tînin. "Wê ev tank jî mîna yên din bişewitin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin