PeyamaKurd – Dozgerê Swêdê Lucas Eriksson diyar kir, ew ê derbarê darvekirina kûçikekî mîna Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji stûnê li ber avahiya şaredariya paytexta Swêdê Stockholmê de lêpirsînê bidin destpêkirin.
Eriksson ji rojnameya Swêdî Aftonbladet re axivî û da zanîn, tiştê hatiye kirin ne li dijî qanûnên Swêdê ye.
Eriksson got, "Dosya wekî heqaretê hat ser maseya min, lê min tiştek ku heqaretê bike nedît. Ji ber vê yekê min biryar da ku lêpirsîna destpêkê nekim."
Piştî çalakiyê Balyozê Enqereyê yê Swêdê Staffan Herrström ji bo Wezareta Karên Derve hat vexwendin.
Gelek rêveberên Tirk derbarê mijarê de daxuyanî dan û Erdogan serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û xwest der barê kesên di dîmenan de lêpirsîn bê vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin