Kiliçdaroglu: Em ê 'heqê derketina derve' rakin

Kiliçdaroglu: Em ê 'heqê derketina derve' rakin

PeyamaKurd Kemal Kiliçdaroglu diyar kir, ew ê 'heqê derketina derve' rakin.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Em ê baca ku jê re dibêjin 'derketina derve' ya ku dema derketina derveyî welat tê dayîn, piştî 6 mehan betal bikin. Li welatê me gelek pêkanînên bi vî rengî yên rûreş hene, hemû jî wê bikevin çopê dîrokê."

Ji sedî 200 zem

Heqê ku di sala 2019an de bi 15 lîreyan destpê kiribû, piştre bû 50 lîre û herî dawî bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 18ê Adara 2022an de ji sedî 200 hat zêdekirin û bû 150 lîre.

Di serê salê de heqê pasaporta 10 salan ji %50 zêde bû ji 1008 TL bû 1478 TL.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin