Swêd: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re pêwendiyên xwe bas bikin

Swêd: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re pêwendiyên xwe bas bikin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, ji bo Expressenê axivî û got ku Swêd dixwaze bi Tirkiyeyê re wekî endamekî pêşerojê yê NATOyê têkiliyeke baş a demdirêj hebe.

Tobias Billstrom, di axaftina xwe ya ji Expressenê re peyamên nû ji Tirkiyeyê re şand û diyar kir ku ew ji bertekên tund ên Tirkiyeyê yên li hemberî provokasyonan fêm dikin.

Billstrom got ku azadiya derbirînê "du alî ye û ji bo hikûmetê girîng e ku şîrove bike ka bi çi qas ciddî tevdigere. Ez dixwazim tekez bikim ku helbet li Swêdê azadiya derbirînê teqez e." 

Billstrom da zanîn ku heger provokasyoneke bi vî rengî li siyasetmedarekî navdar ê Swêdî were kirin, Swêd jî dê bertek nîşan bide û got ku mafê Tirkiyeyê ye ku di çarçoveya azadiya ramanê de nêrînên xwe bibêje.

Wezîr Billstom tekez kir ku Swêd dixwaze bi Tirkiyeyê re wekî endameke paşerojê ya NATOyê pêwendiyeke demdirêj hebe û diyar kir ku girîng e bertekan bi cidî bên girtin û li hember Tirkiyeyê têgihiştinek bê nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin