Ji Iraqê hisyarî: Heya ku binpêkirinên sînor berdewam bikin, em nikarin têkiliyeke asayî bikin

Ji Iraqê hisyarî: Heya ku binpêkirinên sînor berdewam bikin, em nikarin têkiliyeke asayî bikin

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bang li Tirkiyê kir ku rêzê li serweriya Iraqê bigire. Reşîd da zanîn, wan ji Tirkiyê re gotiye ku "heta binpêkirinên sînor berdewam bin, ew nikarin li hêviya pêwendiyeke asayî ligel Bexdayê bin".

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd li Davosa Swîsreyê ku ji bo beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) bû daxuyanî da.

Reşîd got, wî ji Enqereyê re gotiye, "heta binpêkirinên sînor berdewam bikin, bi Bexdayê re nabe ku têkiliyek asayî were hêvîkirin" û tekez kir, binpêkirinên serweriya Tirkiyê "bûye mijara nerehetiyê".

“Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de got, “Helwesta Tirkiyê ya li hember operasyonên bejayî û hewayî yên li dijî Iraqê, hem hikûmeta Bexda û hem jî ya Hewlêrê şermezar kir. Min di hevdîtina xwe ya dawî ya li gel nûnerên wan de jî heman tişt got, ne mimkûn e ku em têkiliyeke asayî biparêzin dema ku sînorên me bên binpêkirin.”

Sala borî piştî bombebarana navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê ku di encamê de 9 welatiyên sivîl can dabûn, Iraqê li Encumena Asayişa Navdewletî gilî li Enqerê kiribû. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de gotibû, Tirkiye li ser axa Iraqê xwedî “armancên berfirehtir” e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin