PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden, der barê belgeyên nepenî yên ku li îqamet û ofîsa wî ya şexsî hatin weşandin de got, "Ez ne poşman im. Tiştê ku parêzerên min ji min re dibêjin ez dikim."
Biden serdana Kalîforniyayê kir, ku ji ber bobelatên xwezayî wêran bûye, da ku li deverên bandorbûyî bi rayedarên herêmî re lêkolîn bike.
Di dawiya axaftina xwe ya li vir de, rojnamevanan ji Biden re pirsa "belgeyên nepenî" kirin. Biden bertek nîşan da û got, "Li vir pirsgirêkek me ya cidî heye. Gelê Amerîkî baş fêm nakin çima we li ser vê [karesata Kalîfornyayê] ji min pirs nepirsîn."
Biden eşkere kir, "destek belge li cîhekî xelet hatin dîtin" û wan tavilê belgeyên mijara gotinê radestî Arşîva Neteweyî û Wezareta Dadê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin