PeyamaKurd – Hunermenda Kurd Hozan Canê û helbestvan Günay Özdemir li ser Jîna Emînî klîbekî amade kirin û xistin bazara platforma dinyayê ya dîjîtal. Jîna Emînî keçeka Kurd bû ku di 16 ê êlûna sala 2022an de ji aliyê polîsê Tehranê yê exlaq de hat binçavkirin û hatibû kuştin.
Hozan Canê û helbestvanê Kurd Günay Özdemir deng dan klîbê, gotinên klîbê Gernas Koçer, muzîka wê Memeo Gül çêkiriye. Derhêneriya klîbê jî Enayat Kornassan girt aliyê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin