Balyozê Îsraîlê yê wî welatî, ji ber Netanyahû dest ji kar berda

Balyozê Îsraîlê yê wî welatî, ji ber Netanyahû dest ji kar berda

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Balyozê Îsraîlê yê Kanadayê Ronen Hoffman, bi boneya berteka xwe ya li dijî polîtîkayên hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu, dest ji kar berda.

Di nûçeyên ku di medyaya Îsraîlê de hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Hoffman di nameya îstifayê de eşkere kiriye ku ew li gorî polîtîkayên hikûmeta nû, nikare erka xwe berdewam bike.

Li ser mijarê hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elie Cohen, îstifaya Hoffman qebûl kiriye.

Hat zanîn ku Hoffman, di serdema serokwezîrê berê yê Îsraîlê Yair Lapid de hatiye erkadarkirin û Balyozê Îsraîlê yê Parîsê Yael German jî di 29ê Kanûna 2022yan de dema ku hikûmeta Netanyahu ji parlementoyê dengê pêbaweriyê wergirt, îstifa kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin