PeyamaKurd – Hikûmeta Kanada li ser doza gelên resen ên xwecihîyên Kanadayê ya 2021an vekiribûn razî bû ku wan qerebû bike.
Gelên xwecihiyên Kanadayê bi sedema ku di sedsala 19an de, li dibistanan qirkirina çandî li dijî xelkê niştecihên resen hatibû kirin, doza tezmînetê li hikûmeta Kanadayê vekiribûn.
Hikûmeta Kanadayê li ser doza gelên resen ên welat biryar da ku wan bi 2,5 milyar dolaran qerebû bike.
Wezîrê berpirsiyarê têkiliyên gelên xwecihî Marc Mîller berî niha ragihandibû ku ew dizanin wê êşên demên berê derbas nebin lê ew dixwazin hevrûyî vê karesata kolektîf bibin.
Hikumet razî bûye wî pereyê bide, lê hîn dadgehê biryara dawî nedaye. Ger biryara qerebûkirinê bê pesendkirin wê hikûmet wî pereyî bide fondeke serbixwe ji bo li gelên xwecihî bê xerckirin.
Hefteya borî jî li herêma Ontarîoyê li qada dibistaneke dêrên kevn 171 cih hatibûn tespîtkitin ku li gorî texmînan ev der gorên zarokên li dibistanê ne.
Dîsa di Adara 2022an de jî li ser erdê dibistaneke dêrê ya li eyaleta Albertayê 169 gorên zarokan hatibûn tespîtkirin. Dibistanên dêrê yên şevnişîn di salên 1840î de hatibûn vekirin û di sala 1997an de hatibûn girtin ku di wan dibistanan de 150 hezar zarok ji malbatên wan bi zorê hatibûn standin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin